image

PeyamaKurd -  Li Rûsyayê yek ji welatê herî zêde bandora vîrusa koronayê li ser bûye, biryar hat dayîn ku yariyên futbolê yên lîga Rûsyayê dest pê bikin.

Federasyona Futbolê ya Rûsyayê ragihand ku yariyên futbolê yên bo 17ê Adarê ji ber tedbîrên Covid-19 hatibûn paşxistin, wê di navbera 21 Hezîranê û 22yê Tîrmehê de bên lîstin.

Li gorî daxuyaniya federasyonê wê lîstikên futbolê heta 22yê Tîrmehê berdewam bin û 25ê Tîrmehê jî fînal bê leyîstin.

Li Rûsyayê heta niha 2 hezar 418 kes ji koronayê mirine û hejmara pêketiyan jî gihîştiye 262 hezar û 843 kesan.