image

PeyamaKurd – Ajansa aborîyê Bloomberg a Amerîkî di nûçeyeke xwe ya ser Kûpa Cîhanê ya 2022yan de, ragihand ku ji bo Kûpa Cîhanê ya li Qeterê tê lidarxistin, budçeya herî mezin di dîrokê de hatiye xerckirin.

Bloombergê diyar kiriye ku Qeterê 12 salan amadekariya Kûpa 2022yan a Futbola Cîhanê kiriye û heta niha 300 milyar dolar xerc kiriye.

Kûpa Cîhanê ya Futbolê roja Yekşemê 20ê Mijdarê bi maça tîmên Qeter û Ekvadorê li paytexta Qeterê Dohayê dest pê dike û wê li zêdetirî 200 welatan bi weşana zindî were temaşekirin.

Qeter digel ku nêzî 300 milyar dolar bo kûpayê xerc kiriye jî hêvî dike bi qasî 5,1 milyar dolar dahata kûpayê bi dest bixe.