image

PeyamaKurd – Lîstikvanê rêzefîlmê navûdengî Game of Thrones ê karakterî Çiyayî Hafthor Björnsson,  bi hildana 501 kîloyan rekor şikand.

Li gorî nûçeya hatiye belavkirin, aktorê Îzlandî yê werzişvan Hafthor Björnsson ku rih dide karakterê Çiyayî yê rêzefîlmê Game of Thrones 501 kîlo hilda û rekor şikand.

Björnsson bi vê rekorê re, werzişvanê hilgirtina giraniyê Eddie Hallê ku sala 2016an 500 kîlo hildabû derbas kir û bû xwediyê rekora nû.

Hafthor Björnssonê 31 salî herwiha bi vê rekora hildana giraniya 501 kîloyan bû xwediyê rekora cîhanê ya hildana giraniya herî zêde.