image

PeyamaKurd – Lijneya Dîsîplînê ya Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) du ceza da Amed Sporê.

Lijneya Dîsîplînê bi îdîaya ku dema 24 ê mehê de Amed Sporê Isparta Spor kir mêvan “Li ser derenceyan jî temaşevan rûniştibûn” û di heman serdemê de 2 caran ev yek çêbûye 16 hezar cezayê pereyan li klûbê birî.

Herwiha li aliyê din vê carê bi îdîaya “temaşevan bûne sedema bûyeran” jî 16 hezar ceza li klûbê birî.

Roja 2yê Avrêlê li Diyarbekirê maça tîma fûtbolê ya jinan a Amed Spor û Fenerbahçeyê hebû û di deqîqeyên dawî de bûyer derketibûn û lijneyê ceza li her du tîman birî bûn. Niha jî ji ber wê maçê ceza li Serokê Duyem ê Amed Sporê Cahit Akin birî ku sedem “Ne li gor sportmenî tevgeriya ye.”

Lijneyê 10 roj cezayê mehrûmbûna ji mafê xwe ji ber ku piştî maçê axivî bû û qala nijadperestiyê kiribû li Serokê Duyem ê Amed Sporê Cahit Akin birî.