image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku cara yekem li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, bi beşdariya tîmên 12 welatên Ereb Şampiyoniya Werzişên Asmanî tê lidarxistin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 1ê Hezîranê pêşwazî li şanda bi seroktiya Yekîtiya Werzişên Asmanî ya Ereb Îsmaîl Derwîş kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin, di civînê de şanda mêvan spasiya parêzgarê Hewlêrê kiriye bo pêşwazîkirinê û hat diyarkirin ku di civînê de mijara Şampiyoniya Werzişên Asmanî ku li Hewlêrê bi beşdariya 12 welatên Ereb dê were lidarxistin, hatiye nirxandin.

Hat ragihandin ku wê şampiyoniya werzişên asmanî di navbera rojên 4-12ê Hezîranê de li were lidarxistin.