image

PeyamaKurd-Di meha Gulanê de li Colemêrga Bakurê Kurdistanê, pêşbaziya liyana berfê hat kirin. Pêşbazî, ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê û Gerînendehiya Werzîş û Ciwanan a Colemêrgê ve hat pergalkirin. Hat ragihandin ku armanca vê pêşbirkê, danasîna xwezaya Colemêrgê ya bêhempa û danasîna herêmê ye.

Di çarçoveya çalakiyên 19ê Gulanê, Cejina Ciwanî û Werzîşê de li Zozana Berçelanê ya Colemêrgê, pêşbaziya liyana berfê hat kirin. Pêşbazî li bilindahiya 3 hezar û 300 metreyan hat kirin. Ji Gerînendehiya Werzîş û Ciwaniyê ya Colemêrgê hat ragihandin ku rojên dawiya hefteyê, li Zozana Berçelanê ya ku 18 kîlometre dûrî bajêr e, çalakiyên bi vî rengî tên kirin.

Zivistana îsal jî di meha Sibatê de li Mêrga Botan a bilindahiya 2 hezar û 300 metreyan, Festîvala Berfê ya 4emîn hatibû rêvebirin û bi sedan geştiyar, beşdarî festîvalê bûbûn.