image

PeyamaKurd - Werzişvanê navdar ê Duhokê Nîmet Mehmûd, îro Înê di 71 saliya xwe de koça dawî kir.

Nîmet Mehmûd du sal in bi nexweşiya penceşêrê ketibû. Hat ragihandin ku Mehmûd li demjimêr 04:00 îro Înê 21ê Çileya 202an li Nexweşxaneya Azadî ya bajarê Duhokê koça dawî kiriye û cenazeyê wî îro li goristana Şaxkê ya Duhokê tê veşartin.

Nîmet Mehmûd ku sala 1950î li bajarê Duhokê ji dayik bûye, berî ku Tîma Werzişê ya Duhokê bê damezrandin, di Tîma Helgurd a Yekîtiya Qutabiyan de futbol dilîst.

Nîmet Mehmûd paşê ku Tîma Werzişê ya Duhokê hat damezrandin bû endamê wê tîmê heta sala 1985an û piştre jî bû Rahênerê Tîma Werzişê ya Duhokê û heta sala 2006an rahêner û alîkarê rahêner ê tîmê bû.

Nîmet paşê di televîzyonên Duhokê de wek şirovekarekî werzişê şirove ji bo hemû lîgan û kûpaya cîhanê dikir û berdewam xizmetkarê werzişê bû.