image

PeyamaKurd - Keça Kurd Gulçîn Altinay ku ji navçeya Dîcle ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ye, di pêşbirka zendbaziya cîhanê de bû sêyemîn. Gulçîn gotiye, dotina çêlekan di serkeftina wê de roleke mezin lîstiye.

Keça kurd Gulçîn Altinay ku li navçeya Dicleyê dijî û ji 12 saliya xwe ve çêlekan didoşe, dibêje wê bi vî awayî zendên xwe bi hêz kirine û ev jêhatîbûna wê beriya 3 salan ji aliyê mamostayê wê yê dersa perwerdeya bedenê ve hatiye dîtin ku dest bi zendbaziyê kiriye.

Gulçîn herwiha di Şampiyonaya Tirkiyê de jî bûye yekem û di Şampiyoniya Zendbaziya Cîhanî de, ku 27-28ê mijdarê li Romanyayê hat lidarxistin, bû sêyem û madalyona bronz wergirt.

Gulçîn diyar kiriye, dema di pola 11emîn de bûye bi teşwîqa mamosteyê xwe yê perwerdeya bedenê dest bi zendbaziyê kiriye û di pêşbirkên di nava polan û dibistanan de pileyên cûrbicûr bi dest xistine.

Keça Kurd daye zanîn, ew herî dawî di Şampiyona Zendbaziya Cîhanî de bûye 3yemîn û dotina çêlekan weke sedema serkeftina zendê xwe nîşan daye.

Gulçîn Altina li ser sedema vê serkeftina xwe wiha dibêje: "Ji ber dotina çêlekan zendên min bihêz in, tevî vê min dest bi antremanan kir û masûlkeyên çengên xwe bihêz kirin. Pêşî min hez ji dotina çêlekan nedikir, lê piştî ku min dît ji min re weke avantajê ye êdî ezê dîsan her çêlekan bidoşim. Min bi tiştekî kêm di pêşbirkê de şampiyonî ji dest da, lê belê di şampiyoniya demên pêş de ezê şampiyoniya cîhanê bînim welatê xwe."

Herwiha di heman pêşbirkê de keçikeke din ya kurd bi navê Helîn Tuna jî bûye çaremîn.