image

PeyamaKurd – Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF)  yekemîn car Lîga Super a Fûtbol a Jinan li dar dixe û ji bo serdema 2021-2022yan pişk kişand. Tîma jinan a Amed Sporê di Koma A de cih girt ku di nav komê de Fenerbahçe û Beşîktaş jî hene. Hakkaricu Spor jî ket Koma B, bû reqîbê Galatasaray û tîmên din.

Di Super Lîga Jinan de, 24 tîm hene û ew xistin du koman, wekî Koma A û Koma B. Di her komê de 12 tîm hene. Her tîm du caran wê bên hemberî hev. Di dawiya 22 hefteyan de, wê play-off û play-out çêbibe.

Di pişkeyê de ji bo tîma Amed Sporê reqîbên xurt derketin. Tîma jinan a Amed Sporê ku kete Koma A, tîmên mezin wekî Beşîktaş û Fenerbahçe bûn reqîbên wê.

Encama pişkê wisa derket:

- Koma A: 

Amed Spor, Fenerbahçe, Beşiktaş , Antalya, Altayspor, Ankara BŞB Fomget Gençlik SK., Ataşehir Belediyespor, Fatih Vatanspor, Hatayspor, KDZ Eregli Belediyespor, Kireçburnuspor Kulubu û Kocaeli.

- Koma B:

Algspor,  Adana İdman Yurdu, Çaykur Rizespor, Dudulluspor, Fatih Karagumruk, Galatasaray, Hakkarigucu, İlkadım Belediyesi, Kayseri, Konak Belediyesi, Sivasspor, Trabzonspor.

Di Super Lîga Jinan de rojên 18-19ê mehê serdem destpê dike. Rojên 13-24ê reşemî navber didin. Lîg wê 4ê Gulana 2022yan de, wê bi dawî bibe. Maçên play-off û play-outê wê rojên 12-13yê mehê û fînal jî 11ê Pûşpera 2022yan de li dar bikeve.

Maçên hefteya yekemîn bi vî rengî çêbûn:

Koma A:

-  Antalya - KDZ. Eregli

- Ankara - Kireçburnu

- Amed - Hatay

- Altay - Fatin Vatan

- Kocaeli - Ataşehir Beleriye

- Beşiktaş - Fenerbahçe

Koma B:

- Galatasaray - Sivas

- Fatih Karagumruk - Çaykur

- Hakkarigucu - Kayseri

- Adana İdman Yurdu - Trabzon

- Konak Belediye - ALG Spor

- İlkyadim Bld - Dudullu