image

PeyamaKurd – Bi sedema pevçûn û aloziyên yariya sala borî ya navbera Amedspor û Sakaryasporê de, doz li futbolîzê Amed Sporê Mansur Çalar hat vekirin û ji çar tohmetên cuda heta 26 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê li ser serlêdana 4 futbolîzên Sakaryasporê ku îdia dikin, Mansur Çalar bi alavên wekî kêran ew birîndar kirine, doz li futbolîzê Amed Sporê vekir.

Herwiha doznameya serlêdana dozê jî ji aliyê Dadgeha Asliye Ceza ya 3yemîn ve hatiye qebûlkirin ku ji 8 sal û 6 mehan heta 26 salan cezayê girtîgehê ji Mansur Çalar re tê xwestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, tîma futbolê ya Amed Spor ev çend sal in rastî astengiyên dijwar tê û herwiha li gelek bajarên ji bo yariyan diçin jî rûbirûyî êrîşên nijadperestî tên ku pevçûn di navbera aliyan de çêdibin.