image

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, 1 milyon û 500 hezar lîre alîkariya darayî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçuk Mizrakli dabû Amedsporê  paşve xwest.  

Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçuk Mizrakli, berî qeyûm deynin şûna wî û bê girtin, 1 milyon û 500 hezar tl alîkarî dabû Amedsporê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bi rêya Qeyûmê ser Şaredariyê xwest, ew pereyê bo Amedsporê hatiye dayîn ji wan bê standin.

Wezaretê ev yek bi yasaya ve girê da ku gelek şaredarî alîkariyên bi wî rengî ji bo sporê û çalakiyên çandî hunerî dikin.