image

PeyamaKurd - Huaweî bûye sponsorê tîma Dalkurdê ku di 2004an de li Swêdê hatiye damezirandin lê Tirkiyê ew sponsorî asteng kiriye.

Li gorî nûçeya Duvar ê, Serokê Tîma Dalkurd FF Ramazan Kilic ragihand ku kompaniya teknolojiyê ya çînî Huawei bûye sponsorê tîma wan lê ew sponsorî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye astengkirin.

Ramazan Kiliç dibêje Tirkiyê naxwaze ku tîma me ligel tîmeke Tirkiyê bikeve pêşbaziyê û wiha behsa pêvajoya astengkirina sponsoriyê kir:

“Kompaniya Huawei du sal berê bû sponserê tîma me. Ji bo sponsoriyê 40 hezar Dolar dane me û me navê Huaweî li ser formayên xwe nivîsî. 4 meh şun de şirket li me geriya û gotin, ‘bila pere ji we re bin. Tirkiyê ji me re got. ‘Eger hûn bibin sponsor em dê tevgerên we yên li Tirkiyê rawestînin.’”

Serokê Dalkurdê Kilic got, Tirkiyê, Iran, Iraq û Sûriyê ji bo ku tîma me bi tîmên wan re nelîzê tevdîran werdigrin.

‘Tirkiyê navê me, tîma me û ala me qebûl nake’

Kiliç, “Tirkiyê kurdan înkar dike. Naxwaze navê me, tîma me û ala me qebûl bike lê ew çiqasî hebûna me înakr bikin jî em dê xwedî lê derkevin. Em dê vêya ji zarok û neviuên xwe re jî bibêjin.”

‘Tirkiyê ditirse tîmên me li Ewropê werin pêşberî hev’

Tirsa Tirkiyê ew ku em beşdarî Yariyên Kupaya Ewropayê bibin. Çimkî li wir îhtimal heye em bêne pêşberî hev û ji vêya ditirsin, ji vê xewnê ditirsin. Naxwazin vêya qebûl bikin. Lewma jî ji bo me asteng bikin her tiştî dike. Divê hemû Kurd vê neheqiyê bibîne. Banga me ji Kurdên li Tirkiyê re: Li xwe, li çand û nirxên xwe xwedî derkevin. Em ji xwe bipirsin bê çima em div ê rewşê de ne. Me wekî miletekî nabînin lê em hene. Çawa ku Tirk neteweyek bin em jî neteweyk in.”