image

PeyamaKurd-Piştî Lîga Premierê, Hikûmeta Îngiltereyê firotina Cluba Chelsea ya Futbolê erê kir. Ji rayedarên Hikûmeta Îngiltereyê hat ragihandin ku ew, li pêşniyaza ku Cluba Chelsea ya Futbolê ji karsazê Rûs Roman Abramoviç were dewirkirin, erênî dinihêrin.

Piştî şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê, karsazê Rûs Roman Abramoviç ê xwediyê Chelseayê, li hember dorpêçan rû bi rû mabû û Cluba Chelsea ya Futbolê dabû ber firotinê. Bankaya Raine ya ku pêvajoya firotina Chelseayê bi rê ve dibir, di rojên borî de ragihand ku pêşniyaza KonsorsiyumaTodd Boehly/Cleeralakeyê ya 4.25 milyar sterlinan hatiye qebûlkirin.

Li ser vê yekê Wezîra Berpirs a Çand, Medya, Dijîtal û Werzîşê ya Îngiltereyê Nadine Dorries got ku “Dahata ji firotina Clubê were bidestxistin, dê sûdê nede Roman Abramoviç an jî kesên din ên ku dorpêç li ser wan in. Em jî ji vê yekê kêfxweş in.”