image

PeyamaKurd – Pişka pêşbirka Lîga Şampiyonan a UEFA ya gera 16emîn hat kişandin ku di encama pişkê de her du futbolîzên navdar ên stêrên cîhanê Messi û Ronalda ligel tîmên xwe têne hemberî hev.

Li gorî encama pişka gera 16emîn a şampiyoniyê tîmên Paris Saint-Germain û Manchester United derdikevin pêşberî hev ku Lionel Messî yê PSGê û Cristiano Ronaldoyê di tîma Manchester United careke din têne hemberî hev.

Hat ragihandin ku maçên Lîga Şampiyonan di navbera 15/16 û 22/23 Sibatê û maçên rowanşê jî di 8/9 û 15/16 Adara 2022yan de têne lîstin.

Herwiha pişkên çaryek fînal û nîvek fînalê jî 18ê Adarê têne kişandin.