image

PeyamaKurd – Formayê lîstikvanê efsanewî Diego Armando Maradona yê ku di sala 1986an de, di Kûpaya Cîhanê de bi wî golek balkêş avêtibû û derketibû holê ku bi dest avêtiye û jê re gotibû, “Destê Xwedê” di mazatê de bi 7.1 sterlînî hat firotin.

Lîstikvanê nava seheyê yê Brîtanyayê yê berê Steve Hodge piştî maça çarîk fînalê ku li Meksîkayê hat lîstin, ew forma ji Maradona sitendibû û piştî 36 salên ew derxist mezatê. 

Hodge piştî mirina Maradona gotibû ew wî formayê nafiroşe, lê niha ligel mezatxaneya Sotheby’s li hev kir û forma bi 7 mîlyon hu 124 hezar û 500 sterlînî hat firotin.