image

PeyamaKurd - Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ku beriya niha jî gelek caran tîma Amedsporê bi hincetên cuda ceza kiribû, vê carê jî ji ber bûyerên yariya 16ê Gulanê ya Amedspor-Tarsus Idman Yurdu ceza da Amedsporê.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê, li ser malpera xwe ya fermî biryara cezayê pere yê ku bo Amedsporê hatiye dayîn daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Di lîstika Play Off Lîga 2yemîn a TFFyê ya Amedspor-Tarsus Idman Yurdu ya 16.05.2022yan de, li tîma Amedsporê ji ber bûyerên ku ji aliyê alîgirên wê ve hatine encamdan 16 hezar TL ceza hat birîn.”

Herwiha hatiye diyarkirin ku di heman lîstikê de ji ber ku bi qaçaxî temaşevan ketina stadyumê jî 26 hezar TL cezayê pereyan û ji ber di heman lîstikê de valahiyên derenceyan vala nehiştine û di heman sezonê de cara sêyemîn e wiha kirine jî 32 hezar TL cezayê pere li Amedsporê hatiye birîn.