
PeyamaKurd – Belçîka di gera 16an a Şampiyona Ewropa ya 2020an de (EURO 2020) 1-0 Portugal têk bir û derbasî çarîk fînalê bû.
Tîma Belcîka û Portûgalê şeva Yekşemê di çarçoveya gera 16emîn a Euro 2020 de, li Stada La Cartuja ya bajarê Seville yê Spanyayê hatin hemberî hev.
Tîma Belcîkayê 1-0 tîma Portugalê têk bir û bo qonaxa din bi ser ket.
Thorgan Hazard di xuleka 42an de gola serkeftinê ji bo Belçîkayê tomar kir. Di xuleka 48an a pêşbirkê de, yarîzanê Belçîkayê Kevin De Bruyne birîndar bû û li şûna wî Dries Mertens hat danîn.
Bi vê encamê, Belçîka derbasî çarîk fînalê bû û Portugal ji EURO 2020an ket.
Di çarîk fînalê de, Belçîka dê bi tîma Îtalyayê re bilîze.