image

PeyamaKurd – Olîmpiyatên zivistanê yê sala 2022 an li Çînê li Pekînê pêk tê. Li ser olîmpiyatên Pekînê berdevka Koşka Sipî Jen Psakî ragihand ku Amerîka olîmpiyatan boykot dike, wê ti dîplomatekî Amerîkayê tevlî olîmpiyatê nebe û weha dewam kir:

“Bi sedema ku Çîn li Sincanê sûcên mirovî kiriye û mafên mirovan binpê dike, wê ti diplomat an heyetekî fermî ji Amerîkayê tevlî olîmpiyatên zivistanê yên 2022 an û Leystikên Paralîmpîk nebe û em ê neşînin. Sporvanên Amerîkayê yên ku wê herin olîmpiyatan, em bi temamî destekê didin wan û em li ser sozên xwe yên di derbarê parastina mafên mirovan e.”