
PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Amedsporê tevî hemû astengî û cezayên Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) jî, 2-0 tîma Çorum FK têk bir û 3 puan bi dest xist.
Li Çorumê tîma futbolê ya Amedsporê û tîma Çorum FK do bi şev di çarçoveya lîstikên lîga duyem a futbola Tirkiyê de li Çorumê hatin hemberî hev.
Amedspor, ji ber biryara cezayê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê bi neçarî bê alîgir û temaşevan li stadyuma Çorumê amade bû, lê tevî vê astengiyê lîstik bi encama 2-0 di berjewendiya tîma Amedsporê de bi dawî hat.