image

PeyamaKurd- Tîma futbolê ya Amedsporê, di pêşbaziya ku îro li Diyarbekirê bi Sivas Belediyesporê re kiribû de bi encama 3-0 Sivas Belediyesporê têk bir. Bi têkbirina vê lîstikê re Amedsporê gihîşt 19 puanan û ket rêza duyemîn a Lîga Duyemîn a Tirkiyeyê.

Di lîstika ku li Stadyuma Diyarbekirê hat lîstin de di xuleka 19an de bi gola Okan Deniz, di xuleka 27an de bi gola Mehmet Alaaddinoglu û di xuleka 65an de dîsa bi gola Mehmet Alaaddinoglu, encam bû 3-0 û Sivas Belediyespor ji aliyê Amedsporê ve hat têkbirin.

Piştî bidestxistina van 3 puanan, Amedspor bû xwediyê 19 puanan û di rêza duyemîn a lîga duyem a TFFê de cih girt. Tîma Şanliurfasporê jî tenê bi 1 puanê zêde di rêza yekem a heman lîgê de cih girtiye.

Her wiha ji ber lîstika ligel Çorumsporê, ji aliyê TFFê ve li ser Amedsporê siza hatibû sepandin û ev bû 2 lîstik ku Amedspor bê temaşevan dilîze.