image

PeyamaKurd – Tîma futbolê Amedspor ku rûbirûyî tengaviyên aborî bûye û ji ber cezayên Federasyona Tirkiyê bi gelek arîşeyan re têdikoşe, biryara kongreyê da.

Desteya Rêveberiya Amedsporê ku yek ji tîma lîga duyem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ye, di civîna xwe ya 19ê Gulanê de biryara lidarxistina kongreya awarte da.

Li gorî biryarê dê kongreya awarte ya Amedsporê 12ê Hezîrana 2020an (12.06.2020) li demjimêr 14:00 li Salona Kongreyê ya Şehmus Ozer were lidarxistin.