image

PeyamaKurd – Rêvebirê WHO yê Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser varyanta Kovid-19 ê ya Omicronê axifî û got ku li 23 welatan hatiye dîtin û derziyên deqandinê yên KOvid-19 ê li hemberê Omicronê bê gelo berxwedanê dike an na, divê hinek tiştan hîn bikin.

Ghebreyesus, ragihandina xwe li navenda rêxistinê li Cenevreyê kir û weha got:

“Cûreya Omicronê derket ortê û bala dinyayê kişand ser xwe. Heya niha li 23 welatan hatiye dîtin. Em bende ne ku jimara welatan zêdetir bibe. WHO bi çavekî ciddî li mijarê dinhêre û divê her welat bi vî awayî tevbigere.”