image

PeyamaKurd - Bernameya Xurekê ya Cîhanî (World Food Programme) ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ragihand ku li 43 welatan 45 milyon kes birçî ne. Herwiha WFPê eşkere kiriye ku li Afganistanê hin malbat ji ber birçîbûnê, neçar mane zarokên xwe yên keç bifroşin.

Bernameya Xurekê ya Cîhanî 1ê Mijdarê raporek eşkere kiribû ku li seranserê Cîhanê 42 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne, lê bernameyê 3 milyon kesên din li wê hejmarê zêde kir û ragihand, hejmara kesên li seranserê cîhanê birçî ne 45 milyon kes in ku 3 mîlyonên dawî jî yên Afganî ne.

Serokê desteya rêveber a WFPê David Beasley diyar kir, bi deh milyonan kes li ber ketinê ne û wiha got: “Pirsgirêkên avûhewa û vîrûsa koronayê hişt ku hejmara mirovên birçî zêdetir bibe.”

Beasley da zanîn, di rewşa heyî de bihayê pêdiviyên jiyanê bilind bûne û ev yek li hin welatan bandoreke xerab li mirovan dike, bi taybet jî li Afganistan, Yemen û Sûriyê.

David Beasley sedema van encaman jî weke rewşa awarte û aloziyan bi nav kir û got, ji bo pirsgirêka birçîbûnê were çareserkirin pêwîstiya lezgîn bi 7 milyar dolarî heye û ev hişyarî da:

“Li welatên xizan malbat neçar dimînin ku rêyên xerab û malwêran hilbijêrin. Wek mînak, zarokên xwe ji dibistanê derdixin û wan di temenê biçûk de dizewicînin. Ji ber nebûna xwarinê, ji mecbûrî goştê cerdonan an jî pelê daran didin zarokan. Rewşa herî xerab jî li Afganistanê ye. Lewma li vî welatî ji ber birçîbûnê, hin malbat neçar dimînin ku zarokên xwe yên keç bifroşin.”