image

PeyamaKurd – Rêvebirê Enstîtuya Allerjî û nexweşînên digihên mirov, Dr. Anthony Fauci ragihand ku li Amerîkayê, nexweşê yekem yê varyanta Omicron gihayê, tesbît kirine. Tesbît li Californiyayê di yekî de hatiye kirin. Ji ber Fauci, şêwirmendê serokê Amerîkayê Joe Bidene, ragihandina xwe li Koşka Sipî kir.

Anthony Fauci got ku kesê hatiye tesbîtkirin xwe deqandiye (aşikiriye), di 22 ê meha borî de ji Afrîka Başûr dageriyaye û di 29 ê mehê de testa wî hatiye kirin.

Xwediyê şîrketa BionTechê Prof. Uğur Şahin gotibû ku li hemberê deqandinê Omicron nikare di bedenê de bandorê bike û tenê enfeksiyona wê zêde ye. Fauci jî ragihand ku tenê hinek nîşanê nexweşînê di nexweş de hene û başe ku xwe deqandiye.