image

PeyamaKurd – Damezrêner û hem ortaxê şîrketa BioNTechê Prof. Dr. Uğur Şahin li ser varyanta nû ya bi navê omicronê axifî.  Şahin got ku cûreya omicronê di kesên deqandî (aşikirî) de, dikare zêdetir enfeksiyonê çêbike lê deqandin wê li hemberê nexweşîna giran bedenê biparêze. Varyanta nû ya Kovid-19 ê li Afrîka başûr derketibû ortê.

Şahin ragihand ku eger omicron karibe çeperên parastina bedenê antîkoran derbas jî bike, nikare ji hucreyên-T yê rizgar bibe. Her çendîn di kesên deqandî de enfeksiyona zêde çêbike jî, wê nexweşînê sivik derbas bike.