image

PeyamaKurd – Kovid-19 an ku pandemiya niha ya li seranserê dinyayê heye û bûye bela serê dinyayê, li Almanya dikeve asteka dinê. Li ser dijwarbûn û belavebûna nexweşînê, serokwezîra Almanya Angela Merkel got ku hefteyên gelek zor li pêşiya Almanya ne. Merkel balê kişand ser tîpa nû ya koronavîsrusê ku niha gelek belav bûye û di malpera hukumetê ya fermî de vîdeoyekî belav kir.

Merkel got ku di nexweşxaneyan de, di ciyên hûrlênêrînê de jimara nexweşan gelek zêde dibe û her roj ji ber Kovid-19 ê mirov dimrin.

Merkel got; ne tenê ji bo nexweşên Kovid-19 ê lê divê ji bo nexweşên din jî di nexweşxaneyan de cîh hebe û weha got:

“Beşên nexweşxaneyan tijene û divê nexweş neqlî ciyên din bibin. Randevûyên emeliyatan tên betal kirin. Hefteyên pêşiya me gelek zorin. Hun hîsdikin ku ev yek min dixe nav endîşeyê. Salek berê jî me halekî weha dît. Lê li hemberê wê, derziya aşiyê heye. Ji bo berlêgirtina Kovid-19 ê divê doza sêyem bêkirin.