image

PeyamaKurd – Li bajarê Rihaye nexweşxana bajêr ava dikin û her diçe xebata avkirinê zêdetir dikin. Di avakirinê de 75 makîneyên îş, bi sedan kamyon û bi 250 karkeran xebat dewam dike. Nexweşxane wê di sala 2023 an de temam bibe, 500 hezar m2 yên wê dê sergirtî be.

Rêvebirê rêxistina Rihayê yê tenduristiyê Prof. Dr. Mehmet Gülüm çû ciyê xebatê û ji kesên teknîkî agahiyan sitend. Gülüm weha got:

“Înşaat di tebaxa 2021 ê de destpêkir. Ji bo Rihayê Nexweşxana Bajêr weka xeyal bû. Ciyê nexweşxanên bajêr lê hebin, arîşeyên tenduristiyê çareser dibin. Me mînakên wan li Ankara, Kayseri, Xarpêt û Yozgatê dît. Înşallah di wextekî kurt de nexweşxana vê derê temam dibe. Niha 250 karker û 75 makîne dixebitin. Rêtina betonê destpêkiriye. Wê jimara karkeran derê 3 hezar karkeran.

5 barû hene û beşên wan bi hevre girêdidin wê hebin. Barûya nexweşxana jina, ya nexweşxana zarokan, ya onkolojiye û 5 barûyên weha hene. Wê avahiyekî teknîkê û kreşekî ji bo zaroken xebatkarên tenduristiyê tê de hebe.

500 hezar m2 tê vateya ku 10 nexweşxanên weka nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Mehmet Akif İnan. Wê di nexweşxana me de sîstema herî nûjen xizmetên tenduristiyê bên dayîn.”