image

PeyamaKurd – Wezîrê tendursitiyê yê Nîjeryayê Dr. Osagie Ehanire di civîna çapemeniyê de ragihand ku Nîjerya welatê ku herî zêde lê nexweşîna zaturre (satilcanî) heye.

Ehanire got ku bi zêdebûna koronayê ya cûrê Deltayê re jimara zarokên ku bi zaturryeyê dimrin her diçe zêdetir dibe. Li welat her sal li dora 162 hezar zarok dimrin û piraniya wan di bin 5 salî de ne. Ji bo berlêgirtina mirina zarokan divê tedbîr bên zêdekirin.