image

PeyamaKurd – Bi zêdebûna hejmara nexweşên zikçûnê û kolerayê re li Silêmanîyê, hikûmeta Herêma Kurdistanê kete tevgerê.

Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî da ku 800 milyon Dînar wek budçeya hawarhatina bilez ji bo pêşîgirtina nexweşiyên zikçûn û kolerayê were xerckirin.

Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro li Silêmaniyê di civîneke rojnamevanî de eşkere kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî da ji bo xerckirina 800 milyon Dînaran wek budçeya hawarhatina bilez ji bo kontrolkirina nexweşiya zikçûn û Kolerayê li parêzgeha Silêmaniyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Wezîrê Tenduristiyê raspard ku pêdaçûn û lêkolînê li ser vê rewşa tenduristiyê bike û piştevaniya her karekî ji bo rê li ber belavbûna nexweşiya Kolerayê bê girtin, bike.

Li aliyê din Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî eşkere kir ku di 24 demjimêran de 635 nexweşiyên zikçûn û verîşînê derbasî nexweşxaneyên Silêmaniyê bûne û çareseriyên pêwîst ji bo wan hatine kirin.