image

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy, bi konferansa vîdeoyê tevlî Festîvala Fîlman a 75an a Cannesê bû. Zelenskiy, di axaftina vekirinê de ji bo Vladimîr Pûtîn peyva ‘Dîktator’ bi kar hanî û got ‘Ew ê tu car bi ser nekeve.’

Vladimîr Zelensky, bi awayê onlîne beşdarî Festîvala Fîlman a navdewletî ya Cannesê bû û di dêrindêza vekirinê de axivî. Zelenskiy ji bo Vladimîr Pûtîn peyva dîktator bi kar hanî û got, “Di Fîlmê Charlie Chaplin ê bi navê ‘Dîktator’ de ku di sala 1940î de hatibû kişandin, dîktator nehatibû kuştin. Lê belê bi saya vê fîlmê, sînema ji bêdengiyê derket. Sînema diaxivî û ev deng, nîşaneya dengên serkeftinê ya rojên pêş bû.”

Zelenskiy, di festîvala ku duh pêk hat de 10 deqe axivî got ku ji ber çareyeke wan a din tuneye, ew neçar in ku şer bikin.