image

PeyamaKurd – Kompaniya SpaceX a Elon Musk roja Çarşemê bi keştiya fezayê û beşdarîya 4 kesên sivîl yekem geşta fezayê ya 535 kîlometran dûrî dinyayê da destpêkirin.

Di keştiya fezayê de milyarderê Amerîkî Jared Isaacman, Hayley Arceneaux, Chris Sembroski û Dr. Sian Proctor cî digirin.

Ji geşta yekem a mirovên sivîl a fezayê îro Înê 17ê Îlonê yekem wêne hatin belav kirin.

Di wêneyên ku li ser hesabê Twitterê yê Inspiration4 hatine belavkirin de, dîmenên kesên niha di keştiya SpaceX a fezayê de xuya dikin ku jiyana xwe ya rojane li wir berdewam dikin.

Tê çaverêkirin ji vê geşta bi qasî 3 rojan 535 kîlometre dûrî erdzemîna dinyayê berdewam dike de, çend wêne û dîmenên din jî bêne parvekirin.