image

PeyamaKurd - Mucîdê flyboardê Frankiy Zapatayê Fransî di 22 deqîqeyan de ji Kendava Doverê ya 35 kîlometreyî ku devera herî teng a Deryaya Manşê ye, firî û ji Fransayê derbasî sînorê Brîtanyayê bû.

Mucîdê flyboardê Frankiy Zapata îro di ceribandina xwe ya duyemîn de, bi fliyboard a ku wî bixwe çêkiriye ji Kendava Doverê ya li Manşa ku Fransa û Brîtanyayê ji hev diqetîne derbas bû.

Zapata ji bajarê Fransayê Sangatteê bi dema herêmê di saet 06.17an da bi flyboarda xwe bi firê ket û 22 deqîqe şûnda gihîşt Kendava Saint Margaret a Brîtanyayê.

Zapatayê di firîna xwe ya ku 35 deqîqe ajot de, sotemeniya xwe ji ser pişta xwe îkmal kir ku ew sotemeniya kerosenê di flyboarda xwe de bikar tîne.

Zapata 25ê Tîrmehê jî xwe hewil dabû bi flyboardê ji Kendava Doverê derbas be, ji ber nekarîbû deyne ser platforma îkmalkirina sotemeniyê rêwîtiya wî nîvco mabû û bi ser neketibû.