image

PeyamaKurd – Rêberê olî yê mesîhiyên katolîk papayê Vatîkanê Papa Franciscus, li ser mirina futbolîzê efsaneyî yê Arjantînî Diego Maradona, peyamek belav kir û got, ew bi hezkirin wî bibîr tîne û ji bo wî dia dike.

Berdevkê Vatîkanê Matteo Bruni ragihand ku Papa ji mirina Maradona agahdar bûye ku berê hevdu nas dikirin û wî bi hezkirin yad dike û ji bo wî dia dike.

Malpera Vatîkanê Vatican Newsê nûçeya mirina Maradona bi sernivîsa, “Helbestvanê futbolê Maradona mir. Papa ji bo wî dia dike.”belav kir.

Armando Diego Maradona ku di futbola cîhanê de xwedî cihekî taybet e, doh 25ê Mijdarê ji ber sekta dil jiyana xwe ji dest dabû.