image

PeyamaKurd – Tora medya civakî Twtter bi hinceta ku agahiyên bikarhênerên xwe tomar kirine û kompaniyên reklaman jî ew agahî bikar anîne, lêborîn xwest.

Twitter li xwe mikur hat ku ew bûne sedem agahiyên şexsîkirî yên bikarhêneran ji bo kompaniyên reklaman didin hatine bikaranîn û tomar kirin û heta bikarhênerên destûra wê yekê nedane jî agahiyên wan bêdestûr hatine tomarkirin.

Twitter ku bêhtirî 330 milyon bikarhênerên wê hene, di daxuyaniya lêborînê de got, “Hûn ji ber tercîhên xwe yên ser sepana me bi me bawer bûn, lê me baweriya we şikand.Tercihleriniz uygulamamız konusunda bize güvendiniz ama biz bu konuda başarısız olduk” Me baweriya we şikand.”

Herwiha hat diyarkirin ku bikarhêner dikarin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi Ofîsa Parastina Daneyan a Twitterê re bikevin têkiliyê û hat gotin: “Ji ber vê rewşê em xemgîn in û ji bo em careke din xetayeke wiha nekin gavên ewle davêjin.”