image

PeyamaKurd – Serokê Sanayiya Berbiriyê İsmail Demir tevlî bernama tv yê ya zindî bû û li ser S-400 ên Tirkiyê agahiyan da. Demir got ku hedefa wan ew e; di nav 5 salan de di asta S-400 an de, Tirkiye sîstema parastina hewayî hilberîne.

Tirkiye, bi sedema ku Amerîka sîstema Patriotan neda wê, dest bi hilberîna sîstema hewayî ya di asta S-400 an de kir û hedefa xwe 5 sal ragihand. Demir got ku dixwazin alavên nû bi ‘Atmaca’ ve monte bikin an lê zêde bikin û weha got:

“Şiyan gelkî girîngin. Gelek seha hene. 3 sal berê li Tirkiyê sîstema parastina hewayî tinebû. Dema behsa sîstema parastina hewayî tê kirin, S-400 tên bîra herkesî. Lê ev mijar bi qedemeye. Em li ser fuzeyên menzîldirêj yên li hedefa diyarkkirî dixin, li ser Atmaca yên ji bejayiyê davêjin bejayiyê dixebitin. Mi di şerê elektronîk de dest bi dayîna berheman kir. Em dewam dikin da gelek cûre protîpan bipêş bixin. Em hinekan bipêş dixin û hinekan dixin nav enwanteran. Hedefa me ku em sîstema parastinê ya hempayê S-400 an çêbikin, me 5 sal daye pêşiya xwe.”