image

PeyamaKurd-Rêveberiya Organîzasyona Cidde Art Promenadeyê ragihand ku dê heta dawiya demsalê, têketina qadê bê pere be. Hat ragihandin ku armanca vê biryarê, sûdwergirtina serdêran a ji hemû cure çalakiyên hunerî ye. Hat zanîn ku di pêvajoya şahiyê de dê bi hezaran çalakî werin lidarxistin.

Li bajarê Ciddeyê yê Erebîstana Siûdiyê, şahiyên hunerî yên li Cidde Art Promenadeyê didomin. Rêveberiya Organîzasyona Cidde Art Promenadeyê ya 2022yan ragihand ku heta dawiya meha Hezîranê, dê têketina qadê bê pere be. Rêveberiyê ragihand ku ew dixwazin bername îsal di hawireke şahiyê de derbas bibe û kesên ku tên serdanê jî ji hemû pêşandanên hunerê sûdê werbigirin.

Hat ragihandin ku li Cidde Art Promenadeyê, bi awayekî rojane; pêşandanên zindî, şanoyên beravê, pêşandanên fişekên hewayî, çalakiyên şahiyê û gelek bername tên pergalkirin. Hat ragihandin ku li qadê ji 95an zêdetir maxaze, restoran, kafeterya û qadên zarokan ên lîstik û şahiyê di xizmeta serdêran de ne.

Vekirina Demsala Ciddeyê ya 2022yan a ku li Cidde Art Promenadeyê tên pergalkirin, dê 60 rojan dewam bike û dê li 9 herêmên navendî, 2 hezar û 800 çalakî werin lidarxistin.