image

PeyamaKurd – Xwediyê kompaniya Amerîkî ya fezayê SpaceX û kompaniya otomobîlên elektrîkî Teslayê Elon Musk ku niha kesê herî dewlemendê cîhanê ye, piştî pesendkirina Saziya Fînans û Borseya Amerîkayê SECê bi fermî bû Serokê Desteya Rêveberiya Twitterê.

Elon Musk demek berê, serê parekê bi 52,2 dolaran ji sedî 9,2yê tora medya civakî Twitter bi 44 milyar dolaran kirîbû.

SECê îro 21ê Hezîranê eşkere kir ku kirîna Twitterê ji aliyê Musk ve hatiye pejirandin û wekî Serokê Desteya Rêveberiya Twitterê jî bi dengên pardaran hatiye hilbijartin.

Elon Musk, beriya niha ragihandibû, ew dê hewl bide ku rê nede hesabên sexte û robot ên ser Twitterê derkevin ser rêjeya ji sedî 5ê bikarhêneran.