image

PeyamaKurd - Bi bernameyeke taybet a Pêşbirka Miss Kurdistan 4. ku li Hewlêrê birêve çû, şeva borî Şahciwana 2018an a Kurdistanê hat hilbijartin.

Di nav 14 keçên namzedên şahciwaniyê de, Sana Mahmud a ji bajarê Helebceyê di pêşbirkê de bû yekemîn û wekî şahciwana 2018an a Kurdistanê hat hilbijartin.

Pêşbirka Miss Kurdistan ev çaremîn car in tê lidarxistin ku ji ber şerê DAIŞê hatibû paşxistin.

Şahciwana Kurdistanê yekem car di sala 2012an de hatibû lidarxistin û Şênê Ezîz bûbû yekem.

Di pêşbirka duyemîn a Şahciwana Kurdistanê de (2013) Fênîk Mihemed û di ya 3yemîn a sala 2016an de jî Jalya Sîrwan bûbûn Şahciwanên Kurdistanê.