image

PeyamaKurd-Festîvala Fîlman a Cannesê ya 75an, di nav vê mehê de dest pê dike. Rayedarên ku dê festîvalê bi rê ve bibin, ragihandibûn ku dê rojnamegerên Rûs ji bo festîvalê neyên vexwendin. Sedem jî şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê hatibû nîşandan.

Li gorî nûçeya ThWrapê, berdevka Festîvala Fîlman a Cannesê ya çapemeniyê Agnes Leroy, bi rêya daxuyaniyê gotiye ku “Em li bendê ne aloziyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi dawî bibin. Me tenê sekina festîvalê ya di derbarê Ukraynayê de erê kiriye.” Leroy, pirsa ‘Gelo dê rojnamegerên Rûs werin vexwendin yan na?’ bê bersiv hişt. Lewra hat zanîn ku 2 rojnamegerên ku her sal ji bo festîvalê dihatin qebûlkirin, îsal hatine redkirin.

Festîvala îsal, di navbera 17 û 28ê Gulanê de tê rêvebirin. Beriya niha hatibû ragihandin ku ji ber şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, dê delegasyonên fermî yên ji Moskowê, neyên qebûlkirin.