
PeyamaKurd – Qeptana keştiya rizgarkirina penaberan û aktivîsta Almanî ya parêzvana mafên ajalan Pia Klemp ku ligel tîma xwe heta niha bi hezaran penaber ji ser deryayan rizgar kirine, xelata qehremaniyê ya ‘Nîşana Rûmetê ya Parîsê’ ku bo wê hat dayîn, red kir.
Klemp li ser redkirina xelata Nîşana Rûmetê ya Parîsê (La Médaille Grand Vermeil de la Ville de Paris) durutiya rayedaran a bo penaberan nîşan da û got, “Pêdiviya me bi otorîteyên ku biryara kî qehreman e, kî deryasayî didin nîne.”
Klemp li ser hesabê xwe yê Facebook wiha got: “Ji ber ku ez û hevalên xwe her roj di şertên giran de penaberan rizgar dikin, hûn dixwazin vê xelatê bidin min. Aniha jî polîsên we betaniyên penaberên neçar mane li kuçeyan raêin didizin. Hûn jî protestoyan pêpest dikin û penaberên mafê penahiyê dixwazin jî wekî tawanbar nîşan didin.”
Piştî vê peyama Klemp, berdevkê Şaredariya Parîsê ragihand ku ew dê bi Pia Klemp re bikevin pêwendiyê û got, “Bajarê Parîsê ji bo alîkarî û piştevaniya penaberan û grantîkirina derfetên vehewandin û rêzgirtina wan di nav seferberiyê de ye.”