image

PeyamaKurd – Kovara Îngilîz Prospect li ser malpera xwe rapirsîneke da destpêkirin ku 10 ramyarên salê hildibijêre.

Di nav 50 navên hatine diyarkirin de jî ramyar û zanyarê Kurd Prof. Dr. Koçer Bîrkar jî heye ku sala borî Xelata Fields a Matematîkê wergirtibû ku wekî Nobela Matematîkê tê zanîn.

Edîtorê Prospectê Tom Clark di sernivîsa bo rapirsînê de dibêje, “Em ji bo zanyarên ku serdemê ji nû ve diyar dikin,  ji nav wan feylesof û nivîskarên sala 2019an 10 ramyarên herî girîng piştevaniya we dixwazin.”

Ji bilî Koçer Bîrkar, nivîskara feminîst Naomi Alderman, avahîsaz û nivîskara Sûriyeyî Marwa el-Sabouni, nivîskara Belarûsî Svetlana Alexievich ku xwediya Xelata Nobelê ya Edebiyatê ye, dîroknasê Îngîlîz Niall Ferguson, nivîskara Amerîkî Yaa Gyasi ku eslê xwe ji Ganayê ye, ragihînerê dijîtalê Max Roser û aborînas George Soros jî cih digire.

Kesên ku bixwazin beşdarî rapirsînê/anketê bibin navê yek ji 50 kesayetan hildibijêrin û navê xwe jî li jêr dinivîsin.

Ji vê lînkê hûn dikarin beşdarî rapirsînê bibin:

Vote now for your 2019 Top Thinker

Profesor Koçer Bîrkar di sala 1978an de li gundê Nê yê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê û piştî ku sala 200an Zanîngeha Tehranê qedandiye çûye Brîtanyayê.

Bîrkarê ku ji Zanîngeha Cambridge payeya profesoriyê wergirtiye, niha jî karûbarên xwe yên akademîyê li zanîngehên Brîtanyayê berdewam dike.