image

PeyamaKurd-Wênexêz Andy Warhol ku yek ji nûnerên herî girîng ê Pop artê ye, portreya wî ya Marilyn Monroe, bi buhayekî zêde hat firotin. Hat ragihandin ku buhayê vê portreyê, di nav sedsala 20emîn de bûye buhayê herî berz ê berhemên wênexêziyê.

Portreya stara Hollywoodê Marilyn Monroe ya ku di sala 1964an de ji aliyê wênexêz Andy Warhol ve hatibû xêzkirin, bi rêya pişka zêdekirinê hat firotin. Berhema bi navê “Shot Sage Blue Marilyn” bi 195 milyon dolaran hat firotin. Hat ragihandin ku berhema Warhol, piştî berhema Leonardo da Vinci ya ku Hz. Îsa xêz kiribû, (bi 450 milyon dolaran hatibû firotin) bû berhema herî buha ya piştî berhema Hz. Îsa.

Hat ragihandin ku heqê firotina vê berhemê, dê ji bo zarok û weqifên alîkariyê were bexşkirin.