image

PeyamaKurd – Ajansa Navdewletî ya Fezayê (NASA) bi hinceta ku astronoteke jin li fezayê bi rêya înternetê ketiye hesabê merê xwe yê berê lêpirsîn da destpêkirin.

Ev yek tawan e ku li fezayê tê kirin û yekem car ji ber tawaneke li fezayê hatiye kirin doz tê vekirin.

Astronota jin McClain ji rojnameya New York Timesê re bi rêya parêzerê xwe ragihandiye ku mebesta wê ya ketina hesabê mêrê xwe yê berê Worden, ew bû ku ew bizane ka ji bo xwedîkirina kurê wan pere di hesab de hene yan na.

Li gorîn yasaya fezayê kesê ku li îstasyona NASA ya fezayê tawanekê bike, li welatê xwe tê dadgehkirin û radestkirin.

Heger ev lêpirsîna derheqê McClain de bê qebûl kir, dê cara yekem ji bo tawaneke li fezayê hatiye kirin doz bê vekirin.