image

PeyamaKurd  - Ji ber peydenebûna ajavonên mêr li hin deverên Sûriyê yên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de, êdî jin karê ajovaniya barhilgiran dikin.

Li gor çavkaniyên torên medyayî yên Sûriyê ku dîmen jî hatine belavkirin, li Tartûsê 3 jinan xwe ji bo ajovaniya barhilgiran destnîşan kiriye û dest bi kar kirine.

Ew hersê jinên ji bo debara xwe ajovaniya barhilgiran dikin, ji bo dezgeha bazirganiyê ya jêr deshilata Beşar Esed kar dikin û tê gotin, ji ber şer û pevçûnan ajovanên mêr êdî peyde nabin û jin neçar dibin wî karî bikin.