image

PeyamaKurd – Li Eyaleta Georgia di nav stargeha ajalan a Atlantayê de, 13 gorîl bi vîrusa koronayê ketin.

Hat ragihandin ku di nav gorîlên bi koronayê ketine de, gorîla herî kal a 60 salî ya bi navê  Ozzie jî heye.

Berpirsê stargeha ajalan a Atlantayê dane xuyakirin piştî gorîl bi koronayê ketine îşteha wan kêm bûye û niha tedawiya monoklonal antîkor bo wan tê kirin.

Li gorî berpirsên ajalgehê tê texmînkirin ku dibe vîrus ji xebatkarên stargeha ajalan li gorîlan belav bûbe. Herwiha hat eşkerekirin ku ji bo wan gorîlên bi koronayê ketine derzîyeke taybet a bo koronayê jî hatiye bikaranîn.