image

PeyamaKurd – Li gorî amarên ji aliyê deshilata Îranê ve hatine belavkirin, piraniya zewacên li Îranê têne kirin bi ser nakevin û jin û mêr hevdu berdidin.

Di wan amarên hatine belavkirin de derketiye holê ku ji her sê zewacan yek ji wan rastî telaqdanê hatiye ango hevdu berdane û ji sedî 45ê zewacan bi ser neketine.

Herwiha li gorî sala borî asta zewacê li seranser Îranê ji %36 daketiye û rêjeya hevberdanê jî %28 bilind bûye û nêzî %80 hevberdanê jî bi awayê rêkkeftina mêr û jinan pêk hatiye.

Dîsa hatiye dîyarkirin ku rêjeya hevberdana jin û mêran di nav 5 salên destpêka zewacê de herî  zêde ye.

Li gorî nirxandinên civakî, yek ji sedema girîng a hevberdanê ango hilweşandina zewacan li Îranê bilindbûna asta hejarî ye.