image

PeyamaKurd – Li rojhilatê başûrê Îspanyayê li Giravên Kanaryayê, li girava La Oalmayê, çiyayê bi navê Cumre Vieja ku çiyayekî volkanîke û teqiyaye, lavên ku ji devê wê dertên di 33 rojan de 2.185 xanî û apartmanan şewitand û kir teraf.

Wêne ji aliyê Sîstema Yekîtiya Awrûpayê ya Wênegir de hatin kişandin û niha jî 76 xaniyên din di talûkê de ne. Çiyayê vokanîk ji 19 ê êlûnê de teqiyaye û lavên çiya 866 hektar sehayî daye ber xwe. Li deverê 63 km rê ketiye bin lavên çiya.

Lavên agir li jîngeha La Lagunayê dibistana wê derê û benzînxaneyê jî şewitan lê weka bergiriyê, benzînxane berê hatiye valakirin. Heya niha 1200 kes ji xaniyên wan hatine tehliyekirin û jimara devjêberdayiyên xaniyan gihaye 8 hezarî.

Germa lavan digihê heya 1150 dereceyî û di nav 1.5 mehan de li giravê li pey hev 38 erdhej çêbûne. Erdhej û teqîna lavên çiya destekê didin çêbûna hev.