image

PeyamaKurd – Kovara Time a Amerîkî zanyar û mucîda zarok a bi navê Gitanjeli Roa ku hîn 15 salî ye, wekî zaroka salê ya 2020an hilbijart.

Roa ji nav 5 hezar zarokên temenê wan di navbera 8-16 salî de, bû yekemîn û wekî ‘Zaroka Salê ya 2020an’ hat hilbijartin.

Rao sala 2014an ji bo jiholêrakirina qeyrana ava vexwarinê li eyaleta Michigan bajarê Flint ê Amerîkayê, amûrek çêkiriye û bi wê îcada xwe jî li Discovery Education 3M Xelata Zanyara Ciwaniyê wergirtiye.

Zanyara piçûk sala 2018an jî du xelatên jîngehparêziyê wergirtine û sala 2019an jî ji ber pêşxistina amûreke teşhîskirina genetîkê di warê endezyariya genetîkê de, xelata tenduristiyê wergirtiye.

Gitanjali Rao ya ku pîyanoyê jî dijene herwiha sepaneke mobîl a tesbîtkirina êrîşên sîber bi navê Kindly bipêş xistiye.