
PeyamaKurd - Kovara Time ya Amerîkî, Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden û cîgira serok Kamala Harrîs, wekî “Kesayetên Sala 2020an” hilbijart.
Kamala Harrîs yekem jina Afrîkî-Amerîkî ye ku wekî cîgira serokê Amerîkayê hat hilbijartin.
Herwiha CEOyê platforma Zoomê Eric Yûan jî weke Karsazê salê hat hilbijartin.
Kovara Time di kategoriya Parêzgerên Salê de, çalakvan Assa Traorê, Porche Bennett-Bey û organîzatorên dadê yên nijadî hilbijartin.
Serokê Desteya Bilind a Tenduristiya Amerîkayê Dr. Anthony Faucî û karmendên tenduristiyê li dijî pandemiya Covid-19 têdikoşin jî wekî kesayetên salê hatine hilbijartin.
Herwiha di lîsteya Time de, stêrê NBAyê LeBron James jî weke Werzişvanê Salê hatiye diyarkirin.