
PeyamaKurd – Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ragihand ku parçeyên moşekeke Çînê li Okyanûsa Hindê ketiye xwar û Çîn zanyariyên pêwîst ji bo lêkolînê nade.
Rêveberiya Ajansa Amerîkî ya Fezayê (NASA) ragihand, moşeka Long March 5 B careke din li ser Okyanûsa Hindê re derbasî asman bûye û Rêveberê NASAyê Bel Nrelson gotiye, pêwîst e hemû welat rêkarên herî baş bigirin û hevbeşiyê bi wan zanyariyan bikin ji bo pêşbîniyên rast û bawerpêkirî derbarê metirsiyên ketina moşekê de.
Bel Nrelson diyar kiriye ku ew yek gelekî girîng e ji bo misogerî û parastina selametiya xelkê. Li gorî zanyariyan ew moşek fezayê ya Çînê li ser asmanê Malezyayê derbas bûye.